Cîhan
Parlamentoya Tirkiyê dema xebatê heta 31ê mehê dirêj kir
PeyamaKurd - Dema xebatê ya Parlamentoya Tirkiyeyê biryar bû 23yê Tîrmehê bikeve betlaneyê, bi biryarekê hate dirêjkirin.
Di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, pêşniyara ku ji aliyê Koma AK Partiyê ve di derbarê bernameya xebatê û rêza rojeva parlamentoyê de hatibû pêşkêşkirin, hate pejirandin.
Hate ragihandin ku bi pêşniyar AK Partiyê dema xebatê ya parlamentoyê heta 31ê Tîrmehê hate dirêjkirin ku biryar bû 24ê mehê bikeve betlaneyê.
Wê parlamento li ser hejmarek yasayan û sererastkirinên yasayî di vê maweyê de xebatên xwe bimeşîne.