TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlementerê Partiya Kesk li dijî vekişandina leşkerên Almanya ji Herêma Kurdistanê derket

Admin M
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2026 22:24

PeyamaKurd – Li gor ragihandina Rûdawê; parlementerê Partiya Kesk ya Almanya Qasim Tahir Salih, li dijî biryara vekişîna leşkerên ku perwerdê didin pêşmergeyên Herêma Kurdistanê derket û biryarê an vekişîna misyona Almanya bi ‘felaket’ bi nav kir.

Salih, parlementerê Meclisa Fedaral ya Almanya ye, ji Partiya Keske û parlementerê Bundestagê ye. Salih got ku ev pêngav wê ewlehiya Rojhilata Navîn bihejîne û keda ku bi sala hatiye dayîn dê belaş here.

Kasım Tahir Salih, ragihand ku ev biryar bi planê vekişîna DYA re, raste rast têkildar e. Salih, li ser stratejiya Almanya ya li herêmê got:

“Berlin difikire ku hêzên Amerîka nebin, Almanya nikare ewlehiya leşkerên xwe bike. Lê ev biryara vekişandinê, tê vateya hilweşandina endazyariya ewlehiya Rojhilata Navîn.”

Parlementerê Kurd Salih ji Partiya Kesk daxwaza civîna awarte kir da vekişîna Almanya ji Herêma Kurdistanê rawestînin. Lê hukumeta koalîsyonê biryarê tesdîq kiriye. Parlementer Salih behsa wexta vekişîna ji Kurdistanê kir û got:

“Di wexteka ku bi Îranê de dijberiyekî mezin heye û şer heye, vekişîna artêşê xetayekî stratejik e. Ev rewş wê ji bo Kurdan û hem Êzîdiyan encamên xerab bide. Dibe temamê xebatên salên berê heba bibin.”

Li aliyê dinê rayedarên wezareta bergiriya Almanya ji bo kovara Der Spiegelê gotine ku dê di sehayê de jimara leşkeran kêm bikin lê dê perwerda ji bo Pêşmergeyan de, di esasê xwe de dewam bike.

Li gor çavkaniyên wezaretê; di şûna di sehayê de hêzên şer û hêzekî berfireh bimîne, dê di bin sîwana balyozxana Almanya ya Bexdayê de, bi tîma şêwirmend ya leşkerî re koordinasyon dewam bike.

Leşkerên Almanya ji sala 2015an heya niha di nav koalisyona navdewletî ya li dijî IŞİDê de, li Erbîlê binecîne. Artêşa Almanya bi taybetî ji bo Pêşmergeyan perwerda nûjen ya leşkerî dide û bi desteka xwe ya çekan jî, yek ji aktorên herî girîng yê îstîqrara herêmê bû ye.

Almanya di 10ê Temmûzê de bi sedema şerê navbera Îran û DYAyê û talûka ewlehiyê biryara vekişînê dabû.

Parlementer Qasim Tahir Salih bi xwe ji bajarê Zaxoye û endazyarê avahiya ye. Di sala 2021an de, di 28 saliya xwe de bûye parlementerê meclisa federal ya Partiya Kesk. Li ser mesela mafên Kurd û siyaseta herêmê bi xebatên xwe tê naskirin.

Parve bike: