Cîhan
Parlementoya Awrûpayê 10 hezar parêzvanên sînor digre
PeyamaKurd- Parlementoya Awrûpayê bo xurtkirina Ajansa Sînor û Peravên Awrûpa (Frontex) heya sala 2027an hêzeka ji 10 hezarî ku sînor biparêze, ava dike. Di civîna li Strazburga Fransayê dema daxwaz dane ber dengdanê, 403 parlementer bi erênî û 162 parlementer jî bi neyînî dengên xwe dan.
Heya sala 2021an wê 5 hezar kes bigrin û heya sala 2027an wê ev jimare derê 10 hezarî. Armanca avakirina vê rêxistinê ew e ku sînorên Awrûpayê ji bejayî û behrê de biparêzin û nehêlin ku koçber derbas bibin an bo paşdeşandina wan destekê bidin.
Ev qanûn divê ji aliyê Konseya Awrûpa de bê tesdîqkirin.