TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlementoya Awrûpayê muzakereyan da rawestandin

Admin M
Nivîskar
📅 21 sibat 2019 03:28

PeyamaKurd- Komîsyona Karên Derve ya Parlementoya Awrûpayê, hevdîtinên (muzakereyên) di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Awrûpa de, bi piraniya dengan da rawestandin. Encama dengdanê 7 deng red û 47 deng qebûl bû.

Sedema rawestandina hevdîtinên bo endamtiyê; paşdeçûna Tirkiyê di warê demokrasiyê, mafên mirovan, serdestiya huqûqê û mafên bingehîn hatin nîşan dan.

Birêvebirina Yekîtiya Gumrikê ya Awrûpayê ku Tirkiye endamê wê ye, bo bê guncawkirin, bi şertê xalên li jorê de hatin girêdan. Di raporê de operasyonên Tirkiyê yên bo ser Sûriyê tên rexnekirin. Artêşa Azad ya bi ser Tirkiyê ve, bi talankirina mal û canê xelkê li Efrînê, bi destdanîna ser malên xelkê Kurd tê tewanbarkirin.

Mijara Kıbrisê mijareka bi serê xwe ye ku li serê nayê lihevkirin. Komîsyon xala Kıbrisê jî berfirehtir kir. Mijara Selahattîn Demîrtaş û operasyonên bo ser kesayetiyên li derveyê welat babetên din yên di raporê de ne.

Parve bike: