Cîhan
Parlementoya Iraqê siba dicive
PeyamaKurd- Meclisa Iraqê ya Bexda siba li ser mijarên xwepêşandan û gendelî û tiştên din dicive lê dibe ku hilbijartina pêşwext bikeve rojeva Iraqê. Mijara civîna meclisa Iraqê ji aliyê parlementerê PDKê Şêrwan Dûberdanî yê meclisa Iraqê de, bo Basnewsê hatiye kirin.
Li gor ragihandina parlementer Dûberdanî; wê hukumet bo rawestandina xwepêşandanan û çareseriya pirsgirêkan pêşniyaran bike û dibe ku hilbijartina pêşwext bikeve rojeva Iraqê.
Parlemenetrên Kurdistanê yên bo Bexdayê yên ku li Kurdistanê ne divê sibê di meclisa Bexdayê de amade bin.