Cîhan
Parlementoyê 'Îxwan' wekî rêxistineke terorîst nas kir
PeyamaKurd - Parlamentoya Lîbya ya di destê artêşa Lîbya de ye, rêxistina Ixwan el-Muslimîn weke rêxistineke terorîst nas kir.
Berdevkê Meclîsa Parlamenterên Lîbyayê Ebdulah Belhîq ragihand ku parlamentoyê di civîna xwe ya êvarî de kirinên rêxistina Ixwan el-Muslimîn şermezar kiriye û ew weke rêxistineke terorîst nas kiriye.
Hat diyarkirin ku civîna navborî 13ê Gulanê hatiye lidarxistin û bi beşdariya 70 parlamentaran ew biryar hatiye wergirtin.
Welatê Lîbya ji sala 2015an di nav şer û aloziyê de ye û saziyên dewletê jî di navbera artêşa Lîbya ya Xelîfa Hefter û Hikumeta Wifaqê ya Ixwanî de hatine dabeşkirin.
Tevî ku hikumet bi awayekî navdewletî hatiye naskirin jî lê heta niha parlamentoya Lîbyayê ew nas nekiriye.