TR KU SO
FB X
Cîhan

Partiya Pûtîn dîsa bû yekemîn lê opozîsyon nerazî ye!

Admin H
Nivîskar
📅 20 îlon 2021 23:24

PeyamaKurd –Di hilbijartinên Dûma ya Rûsyayê de, li gorî daneyên destpêkê partiya Rûsyaya Yekbûyî ango partiya Vladimîr Pûtîn 315 kursî wergirtin û piraniya Destûrî bi dest xist.

Partiyên opozîsyonê yên rikeberên Pûtîn ji encamên hilbijartinan nerazî ne û dibêjin, proseya demokrasiyê li gorî tê xwestin nehatiye bicihanîn.

Hilbijarinên Baska Jêrîn a Meclîsa Federal a Federasyona Rûsyayê Dûmayê û 39 meclîsên herêmî di rojên 17-18-19ê Îlonê birêve çûn ku Dûmaya Rûsyayê (parlamento) ji bo pênc salan tê hilbijartin.

Sekreterê Konseya Giştî ya “Rûsyaya Yekbûyî” Andrey Turçak ragihandiye, li gorî daneyên roja Duşemê demjimêr 8:00, partî di hilbijartinên Dûmaya Dewletê de ji 450 kursiyan 315 kursiyan werdigire. Ji van, 120 kursî ji lîsteya partî û 195 ên din jî li herêmên hilbijartinê yên yek-kursî ne.

Rêjeya dengan a encamên dawî yên Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Rûsî eşkere kirine wiha ne:

Rûsyaya Yekbûyî – 49,66%

Partiya Komunist – 19, 56 %

Partiya Liberal Demokrat – 7, 51%

Rûsyaya Dadwer û Bo Rastiyê – 7, 43 %

Partiya Mirovên Nû – 5,4%

Parve bike: