TR KU SO
FB X
Cîhan

Partiyên Kurdan hevxemiya xwe bo Yûnanê ragihandin

📅 26 tîrmeh 2018 23:59

PeyamaKurd - Komîteya partiyên Kurdistanî li Yûnanistanê, belavokek ji bo piştgirî û hevxemiya gelê Yûnanê derxistin.

Nûnerê PYDê li Yûnanistanê Dr. Ibrahîm Muslim di rûpela xwe ya veghîştina civakî de ragihand ku piştî agirvêketina bi bajarekî û  bi sedan kes bûne qurbanî, Komîteya partiyên Kurdistanî li Yûnanê belavokek ji bo piştgirî û hevxemiya gelê vî welatî derxistin.

Nûnerê PYDê lamaje bi wê yekê kir ku Komîteya Partiyên Kurdistanî ên ku hevxemiya xwe bi gel û hikûmetê re dupat kirine, bang li tevahiya gelê kurd ên li Yûnanê kirin ta ku berê xwe bidin bi nexweşxaneyan û xwînê pêşkêşî birîndarên bûyera şewtandinê bûne bikin.

Parve bike: