TR KU SO
FB X
Cîhan

Partiyên Tirkiyê di mijara Rojhilata Behra Sipî de bûn yek dev

Admin M
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2019 01:00

PeyamaKurd- Partiyên Tirkiyê yên siyasî AKP, CHP, MHP û İYİ partî di mijara lêgerîna hidrokarbonê de, di rojhilata Behra Sipî de belavokekî hevpar belav kirin. Di belavokê de partî weha gotin:

“Em dewleta xwe di lêgerîna hîdrokarbonê de ya di rojhilata Derya Sipî de rast û di cîh de dibînin.”

Di heman belavokê de biryara encamnameya civîna konseya karên derve ya Yekîtiya Awrûpayê ku xwestibûn Tirkiye lêgerînê rawestîne, şermezar kirin.”

Tirkiye dibêje ku mafê wan de di behrê de lêgerîna xwe bike û ti dewleteka Awrûpayê nikare bêje hun çima li hîdrokarbonê digerin.          Tenê partiya HDP ê belavokê îmze nekir.

Parve bike: