Paşinyan: Pêdiviya me bi baregeha leşkerî ya Rûsyayê nîne
PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan li ser baregeha leşkerî ya Rûsyayê ku li bajarê Gumriyêye ya 102an axifî û got ku baregeh ji bo ewlehiya Ermenistanê ti desteka wê nîne û pêdiviya Ermenistanê bi baregehê tineye.
Paşinyan got eger Rûsya bixwaze dikare baregeha xwe ji Gumriyê bibe û eger bixwaze bimîne jî mirov dikare bi Rûsya re li ser şertên nûn yên mayîna baregehê biaxife.
Paşinyan axaftina xwe di civîna çapemeniyê de kir û got:
“Baregeha leşkerî ji bo ewlehiya Ermensitanê fêda wê nîne. Rûsya welatekî dostê me ye. Pêdiviya me bi baregeha Rûsyayê nîne. Eger Rûsya bixwaze baregeha xwe bibe, bila yekser siba bibe. Eger bixwazin bimînin, Ermenistan amadeye ku şertên nûh ji bo mayîna baregehê ya li Gumriyê bi Rûsya re biaxe.”
Baregeha navborî di sala 1995an de bi peymana di navbera her dû welatan de li Gurmiyê hat danîn. Di baregehê de yekîneyên bejayiyê, sîstemên bergiriya hewayî û balafirên şer hene.
Serokê Rûsyayê Putin jî berê ragihandibû û gotibû eger Ermenistan bêje pêdiviya wê bi baregehê nîne, Rûsya dikare siba jî baregeha xwe ji wê derê bibe.