Cîhan
Pasînyan sererkanekî din bo artêsê tayîn kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan ku rûbirûyî hewldana darbeya artêşê hatibû û sererkanê artêşê Onik Gasparyan ji kar dûr xistibû.
Lê belê Gasparyan dest ji sererkaniyê nekişandibû û serokomarê Ermenistanê jikarxistina wî îmze nekiribû.
Li ser vê jî Paşînyan îro 22yê Adarê Artak Davtyan ku di navbera salên 2018-2020an de sererkanî kiribû ji nû ve wekî sererkanê artêşê destnîşan kir.
Piştî şerê Qerebaxê fermandarên bilind û sererkanê artêşa Ermenistanê 25ê Sibatê îstifaya Paşînyan û hikûmeta wî xwestibûn û Paşînyan jî ev yek wekî hewla darbeyê bi nav kiribû îstifa nekiribû.