TR KU SO
FB X
Cîhan

Pedersen, li ser hevdîtinên Sûriyê axifî

Admin M
Nivîskar
📅 05 berfanbar 2020 05:40

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê bo Sûriyê yê Neteweyên Hevgirtî Geir 0.Pedersen ragihand ku wê tûra 5 em ya Komîta Destûrê ya Sûriyê wê di 25-29 ê meha yekê ya sala 2021an de çêbibe û weha got:

“Hêviya me ew e ku em di çend tûrên pêşiya me de, di encama îstîşareyan de bikaribin pêvajoya amadekirina reşbeleka qanûna esasî amade bikin.”

Civînên tûra 4 em ya Komîta Destûra Sûriyê li baregeha Neteweyên Hevgirtî ya li Cenewreyê di 30 yê meha borî de destpêkiribû. Di civînê de ji muxalefetê û hukumetê bi temamî ji her terefekî 15 kes û yên bêteref bi temamî 45 kes amadebûn.

Nûner Peredersen ragihand ku di nava 5 rojan de derfeta wan çêbûye û li ser gelek mijaran axifîne. Serokê hevdîtinan Pedersen weha dewam kir:

“Helbet gelek fikrên cuda hebûn. Em bo li wan fikrên cuda guhdarî bikin li vê derê ne. Gelek gihandinên xurt hene. Piştî şerê 10 salan helbet gelek hîs hene. Di civînan de gelek caran gengeşe derdiketin lê teref bi rêz li hev guhdarî dikirin.”

Parve bike: