TR KU SO
FB X
Cîhan

Pedersen li ser krîza Idlibê bi Cewad Zarîf re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 10 sibat 2020 04:39

PeyamaKurd – Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen bi Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf re civiya û krîza Idlibê gotûbêj kir.

Hat ragihandin ku Pedersen bi Zarîf re li ser rewşa Sûriyê û bi taybet jî li ser krîza Idlibê axivî ye.

Ev hevdîtina Pedersen di demeke ku şanda Rûsyayê li Enqerê derbarê Idlibê de hevdîtin pêk dianîn hat kirin.

Pederson beriya niha di Encûmena Asayîşa Navdewletî de gotibû, ti çareyeke min a sihrî ji bo çareserkirina rewşa Idlibê tune ye.

Parve bike: