TR KU SO
FB X
Cîhan

Pêlewanê sampiyon ê Îranî hat îdamkirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 îlon 2020 14:09

PeyamaKurd – Li Îranê bi hinceta ku beşdarî li protestoyên dijî hikûmetê kiriye û bûye sedema mirina karmendekî ewlehiyê pêlewanê şampiyon ê Îranî Navid Afkarî hat bidarvekirin.

Navid Afkarî bi hincet û tohmeta ku di xwepêşandanên dijî hikûmeta Îranê de beşdarî kiriye û bûye sedema mirina karmendekî ewlehiyê, ji aliyê dadgeha Îranê ve biyara darvekirinê li ser hatibû sepandin.

Piştî biryara dadgehê li qada navnetewî û ji aliyê dezgehên werzîşê ve helmetên rawestandina sizayê îdamê hatibûn destpêkirin, lê bi ser neketin û Îranê Afkarî îdam kir.

 

Parve bike: