Cîhan
Pentagon 2500 leskeran ji du welatên Rojhilata Navîn vedikisîne
PeyamaKurd - Pentagonê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dest bi veguhestin û vekişandina nêzikî 2500 leşkerên xwe ji du welatên Rojhilata Navîn bo Amerîkayê kiriye.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihandiye ku ji ber belavbûna vîrusa koronaya nû ji firqeya 82yan 2500 leşkerên xwe ji navçeyên Rojhilata Navîn vedikişînin.
Li gorî zanyariyan 2500 leşkerên Amerîkî ji Kuwêt û Iraqê têne vekişandin ku wê ew leşkerên firqeya 82an li balafirxaneya Fort Bragg a eyaleta Carolîna Bakur 14 rojan werin karantînakirin.
Li gor amarên fermî, heta niha zêdetirî 11 hezar karmend, leşker û malbatên wan ên artêşa Amerîkayê bi vîrusa koronayê ketine.