TR KU SO
FB X
Cîhan

Pentagon: 3 leskerên Amerîkayê hatin kustin

Admin M
Nivîskar
📅 09 nîsan 2019 04:06

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku li Afxanistanê, nêzî Kabîlê, li dora baregeha Bagramê ku li Afxanistanê baregeha herî mezin a hewayî ya Amerîkayê ye, bi bombeyan êrîşê ser leşkerên Amerîkayê kirine û di encamê de 3 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Beyana Pentagonê ya di derbarê bûyerê ya nivîskî weha ye:

“Nêzî baregeha hewayî ya Bagramê, di 8 ê nîsanê de, bi cihaza bombeya destî êrîş kirine ser konwoya leşkerên me, di êrîşê de 3 leşker û yek jî xebatkarê bi peyman hatine kuştin. 3 leşker jî birîndar bûne.”

Êrîş ji aliyê rêxistina Talîbanê de hat qebûlkirin ku ew kirine.

Parve bike: