Pentagon bersiva Tirkiyê da: “S-400 ji S-300 an talûketire”
PeyamaKurd – Li ser mijara ku S-400 ji rojevê dernakeve, wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar weka mînak endamê NATO yê Yûnanistanê dabû ku Yûnansitan li Girava Giridê ji berê de S-300 an bicîh kiriye. Li ser gotina Akar, ji Pentagonê berdevkê wê Thomas Campbell bersiva wezîr Akar da û got ku sîstema S-400an ji ya S-300 an talûketire. Campbell weha got:
“Ez bang dikim ku Tirkiyê sîstema S-400 an di destê xwe de negre. Firotinên weha bo Rûsan xwegihandin, pere û desthilatî çêdike. Tirkiye demeka dirêje hevkarê NATO yê û bo me bi qiymete. Lê mijar, ji ber Tirkiyê hevkarê Amerîkayê û yê NATO ye, bi berpirsiyariyên Tirkiyê re ne liheve.”
Berdevkê Pentagonê yarbay Thomas Campbell li ser mijara S-300an weha got:
" Her du ne heman tiştin. S-400 ji aliyê talûke yê de bo NATO û Amerîkayê tehdîdeka mezintire. Zêdetir jî Tirkiye sîstemê kiriye û endam û hevkarên NATO yê, di sala 2016 an de li Varşovayê di zîrweya NATO yê de soz dabûn ku kirîna alavên Rûsyayê kêm bikin. Ev kirîn li dijî biryara Varşovayê ye.”