TR KU SO
FB X
Cîhan

Pentagon: Di êrîsa Îranê de 50 lesker birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2020 22:04

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon)  ragihand ku di êrîşa Îranê ya li ser baregehên Amerîkî li Iraqê de, 50 leşkerên wan birîndar bûne.

Pentagonê berî niha jî dabû xuyakirin ku 34 leşkerên wan di wan êrîşan de ji hêla derûnî ve bandor li wan bûye. Pentagonê doh jî diyar kiribû ku ji ber heman êrîşê 16 leşkerên wan ên din jî birîndar bûne û mejiyê wan hejiyaye.

Li gorî Rojnameya Wall Street Journalê leşkerên Amerîkî yên ku li Almanya û Kuwêtê hatine dermankirin, vegeriyane Iraqê û erka xwe dewam dikin.

Îranê piştî kuştina Qasim Silêmanî wekî bersiv û tolhildanê bi moşekên balîstîk êrîşî baregehên Amerîka yên Iraqê kiribû û li gorî daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump ti leşkerekî wan di wan êrîşan de birîndar nebûbû.

Parve bike: