Cîhan
Pentagon: Di nav 10 rojan de wê vekisandin destpêbike
PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku wê dest bi vekişandina leşkerên xwe yên li Afxanistanê, di nav 10 rojan de destpêbikin û jimara leşkerên xwe bînin 8 hezar û 600 î. Esper ragihandina xwe bi serokerkanê Amerîkayê bi Orgeneral Mark Milley re li Pentagonê kir.
Esper got ku ew bi peymanê ya di navbera wan û Talîbanê de ve girêdayî ne û weha dewam kir:
“Li gor peymana me; wê jimara leşkerên me di nav 135 rojan de dakeve 8 hezar û 600 î. Vekişandina me di nav 10 rojan de destpêdike. Min bo fermandarên me yên wê derê jî got ku em vana bikin û niyeta xwe ya pak nîşan bidin.”