Pentagon: Di şerê Îranê de 756 leşkerên DYAyê birîndar bûne
PeyamaKurd - Li gorî daneyên herî dawî yên pergala analîza ziyanên giyanî ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), ji destpêka şerê DYA û Îranê ê 28ê Sibatê vir ve hejmara leşkerên Amerîkî yên ku birîndar bûne herî kêm gihîştiye 756an û 18 leşkeran jî jiyana xwe ji dest dane.
Pentagonê van ziyanên canî di bin du qonaxên cuda de ("Operasyona Hêrsê Çepoz" û "Operasyonên Derveyî Sînor") parve kirine.
Di qonaxa yekem de ku wekî "Operasyona Hêrsa Çepoz" hatiye bi nav kirin, 14 leşker hatine kuştin (7 di pevçûnan de, 7 di qezayan de) û 417 leşker jî birîndar bûne.
Di qonaxa duyem de ku piştî 7ê Tîrmehê dest pê kiriye, 4 leşkerên din hatine kuştin û nêzîkî 340 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî raporê, barê herî giran ê van pevçûnan bi giştî bi 11 kuştî û 589 birîndaran li ser milê Hêzên Yekîneyên Bejahî yên Amerîkayê bûye.