TR KU SO
FB X
Cîhan

Pentagon: Em pistgiriyê nadin tevgerên Taywanê yên ji bo serxwebûnê

Admin L
Nivîskar
📅 09 tebax 2022 12:59

PeyamaKurd – Ji ber pêwendiya nêz ya di navbera Taywan û Amerîkayê de, rageşî di nevbera Pekîn û Washingtonê rû dabû, lê Pentagonê di vê demê de daxuyaniyek xeternak li ser serxwebûna Taywanê da û got: “Em piştgiriyê nadin tevgerênTaywanê yên ji bo serxwebûnê.”

Piştî ku Çînê rêyên pêwendiyê li hember Amerîkayê girt, Amerîka ket hewldana serastkirina têkiliyan û Cîgirê Serokê Berevaniya Amerîkayê Colin Kahl da zanîn ku welatê wan piştgiriyê nade tevgerênTaywanê yên ji bo serxwebûnê.

Di daxuyaniya xwe ji bo rageşiya Taywanê de Colin Kahl ji çapemeniyê re destnîşan kir: “Em destekê nadin tevgera Taywanê ya ji bo serxwebûnê. Siyaseta me nehatiye guhertin. Ev destekdayina statukoyê ye.”

Colin bal kişand ser rageşiya li Derbenda Taywanê û got: “Halbûkî siyaseta Çînê hat guhertin. Ew dixwazin pêşiya statukoya nû vekin. Ez qala kiryarên li Derbenda Taywanê dikim. Bi vî awayî Pekîn dixwaze rê û rêbazên nû çêke.

Dîplomatê Amerîkî di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir, rageşiya Taywanê ne di berjewandiya tu alî û bi giştî di aboriya cîhanê de ye.

Parve bike: