Pentagon: Em rê nadin hêzên me bên tehdîdkirin
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew rê nadin hêzên wan ji aliyê ti komekê ve bên tehdîdkirin û wê li ser tedbîrên pêwîst ji bo parastina hêzên xwe berdewam bin.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê General Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de got, hêzên Amerîkayê di 4ê Çileya 2024an de bersiva Tevgera Nûceba ya girêdayî Heşda Şeibî dane.
General Ryder tekez kir ku Fermandarê Lîwaya 12 Ebû Teqwa El-Saidî hatiye armanckirin û ragihand, di wê êrîşê de ti welatiyên Iraqî jiyana xwe ji dest nedane.
Berdevkê Pentagonê Ryder di daxuyaniyekê de ji peyamnêrê Kurdistan24 Îsa Hesen re ragihand, em rê nadin hêzên me ji aliyê ti komekê ve bên tehdîdkirin û em naxwazin rasterast rûbirûyê Îranê bibin.
Roja Pêncşemê 4ê Çileya 2024an, navenda Tevgera Nûceba ya girêdayî Heşda Şeibî ku li ser cadeya Filistînê ya Bexdayê ye, rastî êrişa balafirên bêmirov hat.
Rêxistinên medyayî yên nêzî Heşda Şeibî îddîa kirin ku êrîş ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin û ragihandin ku 3 fermandarên payebilind ên Heşdî Şeibî ku di nav wan de Fermandarê Tugaya 12. Ebû Teqwa el-Saidî jî heye jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne.