TR KU SO
FB X
Cîhan

Pentagon: Hucûmbotên Îranê 6 kestiyên ser yên Amerîkayê tacîz kirin

Admin M
Nivîskar
📅 11 gulan 2021 04:52

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku li Kendava Basrayê 13 hucûmbotên ser avê yên artêşa Îranê 6 keştiyên Amerîkayê yên şer tacîz kirine. Di ragihandina çapemeniyê de berdevkê Pentagonê John Kirby got ku li Kendava Basrayê hucûmbotên artêşa îranê keştiyên wan aciz kirine û di navbera wan de gengeşe derketiye.

Berdevk Kirby got ku keştiyên Amerîkayê bi avêtina sîlihên hişyariyê bersiva wan dane. Kirby ragihand ku hucûmbotên Îranê “manewrayekî bê ewle û ne profesyonel” kirine û piştî 30 car bi sîlihan hişyarî dane wan, karibûne wan ji deverê dûr bixin.

Kirby got ku di destê wan de têra wan delîl tinene bê manewrayên hucûmbotên Îranê rast erast bo ser wan e an na.

Parve bike: