TR KU SO
FB X
Cîhan

Pentagon | Me tevî îtiraza Tirkiyê jî deverên çavdêriyê danîn

Admin S
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2018 16:33

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Bob Manning ragihand, wan tevî ku Tirkiyê îtiraz lê kiriye jî deverên çavdêriyê li sînorê herêma bakurê rojhilatê Sûriyê danîne.

Bob Manning got, "Amerîkayê di bin banê rêveberiya Wezîrê Berevaniyê James Mattis de, li sînorên bakurê rojhilatê Sûriyê bi mebesta metirsiyên hevpeymana NATOyê Tirkiyê li ber çavan bigire, deverên çavdêriyê ava kirin.”

Manning herwiha li ser îtirazên Tirkiyê diyar kir, "Em metirsiyên ewlekariyê yên Tirkiyê cidî dibînin û em ji bo pêkanîna aramiyê li Sûriyê, rijd in ku xebatên xwe kordîne bimeşînin.”

Parve bike: