Pentagon teklîfa Tirkiyê red kir
PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku wan teklîfa serokê dewleta Tirkiyê Tayîp Erdoğan ku xwestibû grûbeka hevpar bo S-400an ava bikin, red kir. Di bersiva bo Erdoğan de weha hat ragihandin:
“Sîstema parastina S-400an bo xistina balafirên Amerîkayê yên F-35an hatine çêkirin. Heyeta Tirkiyê ya ku hat Amerîkayê, me van talûkeyan bo wan got.”
Li gor nûçegihanê CNN ê yê bi navê Ryan Browne, agahiyên ku bi dest xistiye wehane:
“ Leşkerên Amerîka û Tirkiyê di her astê de têkiliyan dikin. Hilberîna sîstema S-400an bo xistina balafirên F-35 in. Sîstema radara S-400an bo F-35an talûkeye. Berê heyetên teknîkî yên Amerîkayê çûn Tirkiyê û yên Tirkan hatin Amerîkayê. Heyeta ku ji Tirkiyê hat Amerîkayê me ji wan re talûka vê sîstemê got. Hevkariya me tenê bo çêkirina F-35an û bo sîstema Amerîkan ya Patriotan e.”