Pentagon: Xesara Tirkiyê wê 9 mîlyar dolar be
PeyamaKurd- Li gor ragihandina wezareta bergriyê ya Amerîka Pentagonê, wê tevlîbûna Tirkiyê bo bernameya balafirên F-35an daye rawestandin. Pentagon weha got:
“Tirkiye dê bi vê biryara xwe derfetên kar û aboriyê wenda bike. Bi bernama F-35an ve girêdayî dê 9 mîlyar dolar zerarê bike.”
Tirkiye piştî ku ji Rûsyayê sîstema parastina S-400an kirî û destpêkir û şandin Tirkiyê, Amerîka biryara xwe da û got; bernameya F-35an bo Tirkiyê hatiye rawestandin. Li gor beyana musteşarê Pentagonê Allen Lord, bernameya tevlîbûna Tirkiyê bo F-35an hatiye rawestandin û pîlotên ku li Amerîkayê bo F-35an perwerda xwe dikin, dê dagerin welatê xwe. Dagera wan heya 31 ê tîrmehê dê temam bibe.
Pêvajoya rawestandina tevlîbûna Tirkiyê bo bernameya başafirên F-35an û pêvajoya dagera pîlotên Tirkiyê ku bo perwerdê li Amerîkayê ne, destpêkiriye.
Amerîka dibêje sîstema S-400an li dijî F-35an çêbûye û her dû bi hevre nameşin.