Pentagonê bîlançoya şeş rojên şerê li dijî Îranê ragihand
PeyamaKurd - Karbidestên Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon) bi eşkereyî mesrefa şerê li dijî Îranê ragihand. Mesrefên leşkerî tenê di şeş rojên pêşîn ên operasyonan de ji 11 milyar dolarî derbas bûn û Qesra Spî amadekariyan dike ku ji Kongreyê milyaran dolar fînansmana zêde bixwaze.
Di civîneke girtî de bi endamên Kongreyê re, rayedarên Pentagonê ragihandin ku mesrefa giştî ya operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê di şeş rojên pêşîn de gihîştiye 11.3 milyar dolarî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tenê di du rojên pêşîn de 5.6 milyar dolar ji bo çek û cebilxaneyê hatiye xerckirin. Ev hejmar giraniya operasyonê û mesrefa cebilxaneya ku hatiye bikaranîn nîşan dide.
Di heman demê de, ajansa nûçeyan a Reutersê, bi îşaret bi çavkaniyên nêzîkî mijarê ragihand, tê payîn ku Qesra Spî di demek nêzîk de ji Kongreyê budçeyek alîkariya awarte ya 50 milyar dolarî bixwaze da ku domdariya şer misoger bike.
Ev xerciyên mezin zextek mezin li ser budceya parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya 900 milyar dolarî ya ji bo sala 2026an dikin. Operasyonên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî Îranê di 28ê Sibatê de dest pê kirin û heta niha nîşanek zelal tune ye ku şer nêzîkî bidawîbûnê ye.