TR KU SO
FB X
Cîhan

Pentagonê dîmenên xisarên êrîsa Îranê belav kir…

Admin H
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2020 23:14

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) dîmenên xisara êrîşa moşekî ya Îranê bi ser baregehên wan ên Iraqê de, belav kir.

Li gorî dîmenan fezayî xuya dibe ku wekî ku Serokê Amerîka Donald Trump gotibû, ziyaneke piçûk çêbûye derdikeve holê.

Îranê piştî êrîşê îdia kiribû ku 80 leşkerên amerîkî hatine kuştin ku ji aliyê Trump û Pentagonê ve ev îdia hatibû redkirin û hatibû ragihandin ku ti ziyaneke canî li ser leşkerên wan çênebûye.

Pentagonê hem dîmenên beriya êrîşê, hem jî yên piştî êrîşa ser baregeha Eyn el Esedê û baregeha li Hewlêrê ku rastî êrîşê hatibû belav kirin.

Li baregeha ezmanî ya Eyn el Esad ji heyama hilweşandina rejîma Sedam Hisên (2003) ve leşkerên Amerîkî dimînin.

Îranê roja Înê bi hinceta tolhildana kuştina Fermandarê Sûpaya Qûds a Pasdaran Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve, bi navê ‘Şehîd Silêmanî’ êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Kurdistanê kiribû.

Trump piştî wê êrîşa ku ziyaneke canî li ser leşkerên wan çênebûbû, daxuyaniyên xwe nerm kiribûn û daxwaziya danûstandinê ligel Îranê anîbû ziman ku nameyek jî bo vê yekî ji NY re hatibû şandin.

Parve bike: