Cîhan
Pentagonê ji bo bidawîbûna Covid-19ê tarîx da
PeyamaKurd- Sererkanê Amerîkayê Milley ji bo bidawîbûna Covid-19ê tarîx da û diyar kir ku heya havînê dê dewam bike.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) derbarê bidawîbûna vîrûsa koronaya nû (Covid-19) de got artêşê hemû bergiriyên pêwîst wergirtine û dibe ku pandemî heya nîvê havînê dewam bike.
Mark Esper, li avahiya Pentagonê pirsên rojanmevanan bersivandin, “Bi nêrîna min ev dê çend mehan dewam bike û divê em li gorî wê plansaziyeke bikin û me hemû bergiriyên pêwîst wergirtine.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Milley wiha got, “Dawiya dawî, piştî çend mehan ev pandemî dê biqede.”
Sererkanê Amerîkayê Mark Milley jî li heman civînê got ku ev pandemî dê heya havînî dewam bike, “Dibe dawiya Gulanê yan jî Tîrmehê dawî li vê pandemiyê were.”