TR KU SO
FB X
Cîhan

Pentagonê ji bo Ukrayna bi 1,2 milyar dolaran siparîsa sîstemên NASAMS da

Admin H
Nivîskar
📅 02 berfanbar 2022 01:22

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji bo çêkirina sîstema parastina asmanî ya moşekî NASAMSê ji Ukraynayê re, bi nirxê 1,2 milyar dolaran îhaleyek da kompaniya  Raytheon a Amerîkî.

Pentagonê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku îhaleya çêkirina sîstema pêşketî ya parastina asmanî NASAMSê kompaniya Raytheon bi teklîfa 1,246 milyar dolaran qezenc kiriye.

Hatiye diyarkirin ku wê çêkirina NASAMSên bo Ukraynayê 28ê Mijdara 2025an were temamkirin û wê pereyê wê jî ji budçeya 2023yan a Ukraynayê bê dabînkirin.

Hêjayî gotinê ye, Ukrayna ev demek dirêj e daxwaza sîstemên parastina asmanî dike û Pentagonê meha borî 2 NASAMS şandibûn Ukraynayê.

Parve bike: