TR KU SO
FB X
Cîhan

Perwîn Bûldan: HDP ji bo guherîna demokratîk vebijêrk e

Ruken güler
Nivîskar
📅 12 nîsan 2022 19:01

PeyamaKurd- Hevseroka Giştî ya HDPê Perwîn Bûldan, di civîna Koma HDPê ya heftane de li ser hilbihartinên Tirkiyeyê yên sala bê axivî û got, hêza siyasî ya HDPê zêde bûye û HDP ji bo demokrasiyê vebijêrk e.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Perwîn Bûldan îro di civîna koma HDPê de bal kişand ser hilbijartinên 2023yan ên Tirkiyeyê. Perwîn Bûldan da zanîn ku wan wekî HDP nexşerêya partiya xwe amade kiriye.

Bûldan bi berdewamî got, HDPê hêza xwe ya siyasî dorfireh kiriye û bi vê yekê jî hêviyan mezin dike. Bûldan diyar kir ku HDP hêza herî girîng e ku civakê ji felişandina heyî rizgar bike.

Parve bike: