TR KU SO
FB X
Cîhan

Peskov: Ew welat, dijminê Rusyayê ye

Ruken güler
Nivîskar
📅 25 gulan 2023 19:00

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, di bernameyeke televîzyonê de li ser rojeva siyasî hin nirxandin kirin.

Dimitriy Peskov, di bernameya 'Kremlin-Moskow-Putin' a televîzyona Rossiya 1ê de axivî û bal kişand ser wê yekê ku êdî ew nikarin Polonyayê tenê wekî welatê dijmin bi nav bikin.

Berdevkê Kremlînê Peskov destnîşan û got ku "Polonya ji bo me welatekî dijmin e. Ez ê pêştir neçim wê derê û bi tenê wî welatî wekî dijmin bi nav nakim."

Peskov diyar kir ku rêveberiya Polonyayê niha ji hîsterî û rûsofobî tevdigere û bertek nîşanî daxuyaniya Alîkarê Wezîrê Parastinê yê berê yê Polonyayê Waldemar Skrzypczak da ku gotibû

“Warşova xwe amade dike ku beşdarî çalakiyên çekdarî yên muhtemel ên li ser xaka Belarusê bibe.

Peskov di dewama axaftina xwe de got, "Em dibînin ku ev welatê ku dijminatiya me dike, plan dike ku rasterast bi rêbazên leşkerî destwerdana karên navxweyî yên welatê cîran bike."

Dimitriy Peskov bal kişand ser wê yekê ku welatê cîran hevkar, hevalbend û birayê Rusyayê Belarûs e û wiha got: "Bêguman erkên Rusyayê, ji bo dabînkirina ewlehiya Belarûsê hene û li hembergefeke wiha eşkere, em ê van yekan bi cih bînin."

Parve bike: