TR KU SO
FB X
Cîhan

Pêsniyara 'navbeynkariyê' ji Almanyayê ji Tirkiyeyê re!

Admin L
Nivîskar
📅 09 îlon 2023 18:39

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Hebestreit diyar kir, ew ji nû ve destpêkirina diyaloga di navbera Atîna û Enqereyê de kêfxweş in û got, "Wî peyam da ku eger herdu welat erênî bibînin em amade ne alîkariyê bidin pêvajoya nêzîkbûnê."

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Hebestreit têkildarî têkiliyên Tirkiye û Yûnanîstanê daxuyaniyek da rojnameya Ta Nea.

Steffen Hebestreit da zanîn, piştî hevdîtina wezîrên derve yên her du welatan li Enqereyê û hevdîtina Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan li New Yorkê, wan ji nû ve avakirina diyalogê di navbera Atîna û Enqereyê de bi erênî pêşwazî kir.

Hebestreit got, "Almanya gavên dawî yên ji bo nêzîkbûna Tirkiye û Yewnanîstanê pêşwazî dike. Her du welat jî hevalbendên girîng ên NATOyê ne û hevkarên nêzîk ên Almanyayê ne."

Hebestreit herwiha destnîşan kir: "Eger hikûmetên Yewnanîstan û Tirkiyeyê erênî bibînin, Almanya amade ye ku di pêvajoya nêzîkbûnê de alîkariyê bike."

Di serdema serokwezîra berê Angela Merkel û serokwezîrê niha Olaf Scholz de nûnerên Almanya, Yûnanîstan û Tirkiyê hevdîtinên sê alî pêk anîn. Civîna herî dawî ya sêalî ya bi vî rengî di Kanûna 2022an de li nûnertiya Ewropayê ya Almanyayê li Brukselê hate lidarxistin.

Parve bike: