Pêsniyara "xeta sor" di navbera Îran-Amerîkayê de
PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Polîtîkayên Derva û Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê Haşmetullah Felahetpîşe li ser banga Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo muzakereya bi Îranê ra got ev gaveke erênî ye û di navbera herdu welatan de "xeteke sor" dibe bê avakirin.
Felahetpîşe banga Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo muzakereya bi Îranê ra nirxand û got: "Muzakereyên di navbera Îran û Amerîkayê de divê nebin tabu".
Felahetpîşe got dema di navbera herdu welatan de lihevnekirin çêdibe welatên din ji vê sûdê werdigrin û wiha dewam kir: "Heta di navbera herdu welatan de xeteke sor bê avakirin, berjewendiyên Tehran û Washingtonê wê bibin pêlîstoka yên din."
Felahetpîşe got di navbera Tehran û Washingtonê de pênebaweriyeke dîrokî heye û ji ber vê dîplomasî naxebite û dewam kir: "Balkêş e ku ji Îranî û Amerîkiyan zêdetir rejimên paşverû û siyonîst dîplomasiya di navbera herdu welatiyan de xirab kirine."
Serokwezîrê Îtalyayê Gîuseppe Conte di ziyareta xwe ya Amerîkayê de bi Trump re li Qesra Spî hevdîtinek kiribû. Piştî hevdîtinê Trump civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistibû.
Trump li wir gotibû ew dikare bi Serokwezîrê Îranê Hesen Rûhanî re hevdîtînê bike.
Trump wiha gotibû: "Heger Îran bixwaze teqez em ê hevdîtinê bikin. Tu pirsgirêk tuneye ku mirov bi însanên din ra xeberde. Bi taybetî jî di rewşeke wiha da ku tu yê bi van mirovan ra şer bikî û însan wê bimirin, divê mirov hevdîtinê bike. Di vê da pirsgirêk tuneye. Ez bi lîderê Koreya Bakur ra jî hatim bal hev."