Cîhan
Pete Hegseth, bersiva rexneyên senatorê demokrat Jack Reed da
PeyamaKurd – Li gor ragihandina Fox Newsê; wezîrê şer yê DYAyê (Pentagonê) Pete Hegseth li ser rexneyên senatorê partiya deokrat yên Jack Reed bersiva tund da. Rexne li ser bawerî û fermandariya Hegseth ya di artêşê de bûn. Hegseth weha bersivê da:
“Ez bi baweriya xwe ya bi Hz. Îsa ji xwe şerm nakim. Eger hun dixwazim ez ji vê baweriya xwe şerm bikim, bifermin.
Ez mirovekî bawermendim û di mijarê de gotinên min zelal in. Wezareta me îznê dide gelek baweriyan û ji ber vêya jî pêşniyara te çiye ez fêm nakim.
Min pêşniyarên kesên weka te yên ji bo min reş bikin bihîst û ez ê serî daneynim.”