TR KU SO
FB X
Cîhan

“Pêwendiya êrîsên Tirkiyê bi civîna çaralî re heye”

📅 04 mijdar 2018 00:51

PeyamaKurd - Endamê komîteya dîplomasiyê ya Bereya Meclisa Demokratîk a Kurdên Sûriyê got: Tirkiye bi êrişa ser Kobanî û Girêsipiyê gefan li hevalbendiya navnetewî dike.

Endamê komîteya dîplomasiyê ya Bereya Meclisa Demokratîk a Kurdên Sûriyê û Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim, bal kişand ser êrişa artêşa Tirkiyê li ser pêgehên YPGê û got: Eva ku Tirkiyê li roja cîhanî ya Kobanê êrişî ser vî bajarî kiriye gelek girîng e û êrîşa artêşa Tirkiyê ser Kobanî û Girêsipiyê peywendiya rasterast bi civîna çaralî ya Tirkiyê, Rûsya, Almanya û Fransayê li Stenbolê heye.

Muslim destnîşan kir: Pêwist e dewleta Sûriyê ji ber van êrişên giliyê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê bike.

Parve bike: