TR KU SO
FB X
Cîhan

Peyama Esed ji penaberên Sûriyê re!

Admin L
Nivîskar
📅 27 hezîran 2023 14:06

PeyamaKurd Serokê Sûriyê Beşar Esed got, polîtîzekirina vegera penaberên Sûriyê bo welatê wan nayê qebûlkirin.

Rêvebiriya Serokatiya Sûriyê ragihand ku Esed ligel Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên mirovî Martin Griffiths civiya.

Li gorî daxuyaniyê, Esed mijara vegera Sûriyan bo warên xwe anî ziman û tekez kir, polîtîzekirina vê pirsê nayê qebûlkirin û vegera bi ewle ya Sûriyan bo malên xwe karê herî sereke yê hikûmetê ye.

Esed bal kişande ser wê yekê ku çareserkirina pirsgirêkê bi proseya nûavakirina jêrxana niştecihbûnên Sûriyê ve girêdayî ye û got, hikûmetê gelek tedbîr di vî warî de girtine û ew berdewam in ji bo beşdariyê ji bo vegera welatiyan bo malên xwe.

Parve bike: