TR KU SO
FB X
Cîhan

Peyama Ocalan: Ez bas im, serkeftin ji we re!

Admin S
Nivîskar
📅 16 rêbendan 2019 16:15

PeyamaKurd - Hevserokê HDPê Sezaî Temellî derbarê hevdîtina birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan a 12ê Çileya 2019an ku li Girava Îmraliyê pêk anî de axivî û got ku hevdîtin nayê wateya bidawîanîna tecrîdê.

Temellî diyar kir ku piştî du salan cara yekem birayê wî Mehmet Ocalan çûye serdanê û Abdullah Ocalan ti peyameke siyasî neşandiye û tenê ji birayê xwe re gotiye, “Tenduristiya min baş e’ û ji bo hilbijartinên herêmî jî serkeftin xwestiye.

Temellî li ser greva birçîbûnê ya parlamentara  Colemêrgê Leyla Guven ku ji 7ê Mijdarê ve berdewam dike û li gelek girtîgehan belav bûye jî got ku Ocalan ti peyamek li ser bidawîanîna çalakiya mangirtinê neşandiye.

Parêzerên Ocalan jî dibêjin, serdana Mehmet Ocalan a piştî du salan nayê wateya rakirina tecrîdê.

Hêjayî gotinê ye, li ser bidawîanîna grevên birçîbûnê hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Parve bike: