Peymana Lîbya û Tirkiyeyê bu sedama bertekan
PeyamaKurd - Parlamentoya Lîbyayê di 21ê Cotmehê de yadaşta hevtêgihiştinê ya sala 2019an a bi Tirkiyeyê re ku li ser diyarkirina herêmên desthilatdariya deryayî yên Deryaya Spî ye, bi yekdengî pesend kir û biryarên xwe yên berê yên li dijî Enqereyê betal kirin.
Encûmena Bilind a Dewletê û Serokatiya Lîbyayê jî piştgirî dan vê gava stratejîk. Wezareta Derve ya Tirkiyeyê piştî vê biryarê ragihand ku ev yadakirin li ser bingeha hiqûqa navneteweyî û dadperweriyê ye û hevkariya navbera Enqere û Trablusê kûr dike.
Zêdebarî vê rewşê, pesendkirina peymanê hevdem bi serdana Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin a ji bo Trablusê.
Li hemberî vê gavê, Wezareta Derve ya Yûnanistanê bi daxuyaniyekê biryara Lîbyayê red kir û destnîşan kir ku ev rêkeftin Peymana Neteweyên Yekgirtî ya li ser Hiqûqa Deryayê (UNCLOS) û serweriya giravên Yûnanî yên wekî Girîtê binpê dike.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen jî nîgeraniya xwe ya kûr anî ziman û piştgiriya tam a YEyê ji bo Yûnanistan û Qibrisê ragihand, tekez kir ku ev belge ji aliyê qanûnî ve pûç e.
Lê ji bilî bertekan, Enqere û Trablus hewl didin pêgeha xwe di rikbaziya samanên gaza sirûştî ya Rojhilatê Deryaya Spî de bihêz bikin.