Cîhan
Pezeşkiyan li NY bi wêneyê Xamineyî axivî: Şandên DYA û Îsraîlê ji salonê derketin
PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan li Neteweyên Yekbûyî (NY) bi bilindkirina wêneyê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî ku di êrîşa Îsraîlê de hatibû kuşti. dest bi gotara xwe kir.
Di dema destpêka axaftina Pezeşkiyan de, heyetên DYA û Îsraîlê salon Civata Giştî terk kirin.
Pezeşkiyan bal kişand ser zextên derve û got ku ew ê serî netewînin û rê nadin sînorkirina teknolojiya wan a nukleerî.
Her wiha bertek nîşanî nêzîkatiya Washingtonê da û got ku Amerîka serokên wan û zarokên li dibistana Minabê û ciwanên li stadyuma Lamerdê kirine armanc û kuştine, lê dîsa jî Îranê wekî "terorîst" nîşan didin.