TR KU SO
FB X
Cîhan

Pezeşkiyan: Pirsgirêkên me qat qat zêdetir bûne

Admin M
Nivîskar
📅 15 tebax 2026 14:23

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan aşkera got ku piştî şerê Îranê û Amerîkayê û givaşa ser Tengava Hurmizê pirsgirêkên Îranê qat qat zêde kirine.

Çapemeniya Îranê ragihand ku Pezeşkiyan di civînekî de axifiye û gotiye ku berê malên îtxal raste rast digihan Îranê lê îro di guzergahên cuda de digihên Îranê û maliyeta wan malan gelek zêde bûye.

Di dahatên dewletê de jî gelek kêmbûn heye û Pezeşkiyan gotiye:

“Dahata me kêm bû. Me berê petrolê difirot lê niha em nikarin. Zerara ku gihaye tesîsên sanayiyê barê aboriya me xistiye tengasiyê. Li Gelek fabrîkên me xistin û tehrîb kirin. Dahatên bacên me jî kêm bûn. Em nikarin ji fabrikan bacê bidin hev. Divê em pere bidin wan ku karibin karê xwe bikin û neyên girtin.”

Parve bike: