TR KU SO
FB X
Cîhan

Pirtûkxane û dora wê ya Kongreya Amerîkayê vala kirin

Admin M
Nivîskar
📅 20 tebax 2021 00:34

PeyamaKurd – Nêzî baregeha Kongreya Amerîkayê kamyonetekî rawestandî hat dîtin û bi sedema dibe tê de teqemenî hebe, polîs ket nav tevgerê. Polîs temamê avahiyên dora kongreyê vala kir û niha li ser lêkolîna kamyonetê hûr bûye.

Polîsê kongreyê ragihand ku di navbera avahiya Kongreyê û Dadgeha Bilind de Pirtûkxana Kongreyê heye û kamyonet nêzî Pirtûkxanê rawestiyaye. Pirtûkxane û avahiya Cannon House Ofisê hatine valakirin. Polîs nivîsîngehên xebatkarên Kongeyê jî vala kirin û xelkê dawetî aramiyê kirin, eger pêwist be ji deverê derên, dikarin tunelên binê erdê bikarbînin.

Hêzên ewlehiyê ragihandin ku mufettîşên li ciyê bûyerê dixebitin, bê gelo cihaz bi teqemeniyê ve girêdaye an na û kesê di kamyonetê de, di dest de funye heye an na, dixwazin tesbît bikin.

Ciyê bûyerê bo alavên polîsan hatiye girtin û di bûyerê de FBI û ATF(Buro ya Alkol, Titûn, sîlih û teqemenî) dixebitin.

Parve bike: