Cîhan
Pisporê kêş û hewayê: Zivistan dê zû were û germa hewayê heya 15 dereceyan dikeve
PeyamaKurd – Pisporê kêş û hewayê Murat Şahin ji bo çapemeniyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandiye ku wê zivistana îsal zû were û dereca germê heya 15 dereceyan bikeve. Hem ji bo bajarê Îstenbole hişyariya barana xwurt da.
Serma û baran dê di vê meha pêşiya me de an ku di meha 11an de zêde bibe. Bi taybetî li herêma Marmara û Egeyê di 1-4ê mehê de barana xwurt bibare. Di 5-6ê mehê de pêla sermaye dê ji Bakûr de were û dikare germa rojane 10-15 derece bêxe.
Ji bo bajarê Îstenbolê jî divê amadekiyên ji bo lehiyê û heyelanê bên kirin.