Cîhan
Pistgiriya Amerîka bo YPGê jahrê dixe nav hevkariya me
Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bi kovareka Kanada re ya bi navê “Ottawa Life Magazine” re hevpeyvînek kir û di hevpeyvîna xwe de got:
" Alîkariya artêşa Amerîkayê bo PYD/YPG ê, ne tenê ewlehiya Tirkiyê dixe talûkê lê jehrê dixe nava hevkariya me ya bi Amerîka re ku demeke dirêje dewam dike.”
Hevpeyvîn di jimara meha sibatê de hat weşandin. Çavuşoğlu got ku ew di van mijaran de ji hev cuda difikirin.