Cîhan
Pistgiriya Fransayê bo Xûtaya Rojhilat
PeyamaKurd - Ji Wezareta Karên Derve ya Fransayê hat ragihandin ku, alîkariyên ku berî demekê şandibûn bo navçeya Xûtaya Rojhilat, wê ji aliyê tîmên NY li gor destpêşxeriya Fransa- Rûsya bêne belav kirin.
Heftiya borî balafira Rûsî N-124 ji Fransayê nêzîkî 50 Ton alîkariyên wî welatî veguhestin Sûriyê, ev yeke jî di çarçoveya rêkeftinekê di navbera Macron û Putîn de bû.
Ew karwanê alîkariyê pêşiyê dê biçe binkeyeke eskerî ya Rûsî li bakurê rojavayê Sûriyê û piştre dê di bin çavdêriya Heyva Sor a Sûriyê û Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî (OCHA) de bê belavkirin. Li wê herêma ku niha di bin kontrola rejima Sûriyê de ye, zêdetirî 500 hezar kes lê dijîn û hatibû gotin ku di meha Tîrmehê de wê alîkarî bo 25 hezaran bê dabînkirin.