TR KU SO
FB X
Cîhan

Piştî 40 rojên şer: Amerîka û Îran li Pakistanê li ser maseya danûstandinan e

Admin H
Nivîskar
📅 11 nîsan 2026 10:37

PeyamaKurd - Piştî şerekî dijwar ê 40 rojan, îro Şemiyê, 11ê Nîsana 2026an, şandeyên astbilind ên Amerîka û Îranê li Îslamabada paytexta Pakistanê rûbirû rûniştin.

Li gorî agahiyên ku kanala CNNyê belav kirine, ev proseya dîplomatîk bi du qonaxan; "nerasterast û rasterast" birêve diçe. Di qonaxa yekem de, her du alî bi rêya navbeynkarên Pakistanî li ser rojevê li hev kirin û piştre şandeyên fermî ji bo gotûbêjên rû bi rû derbasî qonaxa rasterast bûn. Ev hevdîtin di bin sîbera agirbesteke du hefteyî de pêk tên û wekî derfetek ji bo nehiştina aloziyên li herêmê têne dîtin.

Şandeyên astbilind û rola navbeynkaran

Şandeya Îranê ku ji 70 kesan pêk tê, bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalibaf û bi beşdariya Wezîrê Derve Ebbas Araqçî gihîşt Pakistanê. Ji aliyê Amerîkayê ve, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance serokatiya şandeyê dike û kesên wekî Steve Witkoff û Jared Kushner jî di tîmê de cih digirin. Her çend berê navbeynkariya van peywendiyan ji aliyê Umanê ve dihat kirin, vê carê Pakistan roleke sereke dilîze. Hikûmeta Pakistanê ji bo ewlehiya vê lûtkeya li Hotêl Serena, li welat bêhnvedana fermî ragihandiye û tedbîrên herî tund wergirtine.

Mijarên sereke û gefên Donald Trump

Tê payîn ku di van danûstandinên çarenivîsaz de mijarên wekî agirbesta mayînde, vekirina Tengava Hurmizê û dosyaya atomî ya Îranê werin gotûbêjkirin. Beriya destpêkirina civînê, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyeke tund bal kişand ser rewşa Îranê û diyar kir ku Tehranê hemû kartên xwe yên zextê winda kirine. Trump bi zimanekî gefwarî got: "Tenê sedema ku îro berpirsên Îranê di jiyanê de mane, vedigere bo van danûstandinan." Ev daxuyanî nîşan dide ku her çend maseya dîplomasiyê ava bûbe jî, guvaştin û alozî hîn di asta herî bilind de ne.

 

Parve bike: