Cîhan
Pistî 7 salan seferên Trablûsê û Qahîrê destpêkirin
PeyamaKurd – Piştî 7 salan seferên balafirên sîvîl yên navbera Trablûsê û Qahîreyê destpêkirin. Rêvebiriya balafirgeha Mîtîgayê bi nivîskî ragihand ku balafira aîdê Afriqiyah Airways a Lîbyayê piştî 7 salan ber bi Qahîrê ya Misrê kete ser rêya hewayî.
Seferên rêwîtiya navbera her dû welatan wê bi rêya du şîrketên hewayî yên Lîbyayê wê bêkirin.Heya niha bi sedema ewlehiyê û pirsgirêkên navbera her dî dewletan seferên hewayî nedihatin kirin.