TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistî daxuyaniya Amerîkayê Tirkiyê jî daxuyaniyek da: Em dê penaberan vegerînin

📅 07 cotmeh 2019 13:51

PeyamaKurd – Berdevkê Serokomarê Tirkiyê, Ibrahim Kalin amaje kir ku ‘çavê wan ne li xaka ti kesî ye’ û ragihand piştî operasyoneke Tirkiyê li dijî rojhilatê Firatê ew dê penaberan vegerînin Sûriyê.

Piştî hevdîtin Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirk Tayyip Erdogan, Qesra Spî ragihandibû ku wê di demeke nêzîk de Tirkiye operasyoneke leşkerî li Sûriyê dest pê bike û diyar kiribû, ku Amerîka ne alîkariyê dike ne jî rêgiriyê lê dike.

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Ibrahim Kalin amaje kir ku ‘çavê wan ne li xaka kesî ye’ û ragihand “piştî operasyoneke Tirkiyê li dijî rojhilatê Firatê ew dê penaberan vegerînin Sûriyê.

Di çarçoveya yekrêziya xaka Sûriyê du armancên avakirina herêma ewle hene: Paqijkirina unsurên terorê û dabînkirina ewlekariyê ya sînorî.”

Berdevkê Erdogan got di vê mijarê de ‘ew rijd û bi biryar in.”

Parve bike: