TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistî êlek zeran cotkar jî dest bi çalakiyan dikin

Admin S
Nivîskar
📅 07 berfanbar 2018 15:53

PeyamaKurd - Li Fransayê piştî ku hikûmetê ji ber çalakiyên bênavber ên ‘êlek zeran’ paşde gav avêt û zemên li ser sotemeniyê paşde kişandin, vê carê cotkaran biryara çalakiyan wergirt.

Cotkarên Fransayê bi sedema ku bihayê berhemanînê pir zêde bûne, biryar standin ku heta hefteyekê çalakiyên protestoyî li dar bixin.

Ajansa AFPê bi zanê Serokê sendîkeya cotkaran FNSEANê Christiane Lambert, ragihand ku hîn dema destpêkirina çalakiyan nehatiye diyarkirin, lê ew plan dikin herî kêm maweya hefteyekê çalakiyan berdewam bikin.

Lamber herwiha diyar kiriye ku ew beşdarî çalakiyên êlek zeran nabin û tenê li ser daxwaziyên xwe çalakiyan li dar dixin.

Parve bike: