Cîhan
Pistî hevdîtinê Selahattîn Demirtas rakirin nexwesxanê
PeyamaKurd – Xwişk û parêzara Selahattîn Demirtaş, Ayşegul Demirtaş îro li ser medya civakî ragihand ku 26ê Mijdarê Demirtaş li qawîşa girtîgeha Edirneyê ji ber nexweşîna dil bêhiş ketiye û tenê hevalê wî yê qawîşê parlamentarê berê yê HDPê Abdullah Zeydan alîkarîya lezgîn daye wî û ew ranekirine nexweşxanê.
Xwişka Demirtaş, gotibû ku 7 roj bi ser nexweşîna wî de derbas bûne, lê destûr nehatiye dayîn ku Demirtaş sewqî nexweşxaneyê bê kirin.
Piştî belavbûna nûçeyê, parlamentarên HDPê Erol Katırcıoğlu û Dr. Necdet İpekyuz îro serdana Selahattîn Demirtaş li girtîgehê kirin û piştî hevdîtinên ligel rayedaran jî ragihandin ku Demirtaş bo nexweşxanê hatiye veguhestin.
Tê çaverêkirin Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî li ser mijarê daxuyaniyekê bide.